Hevdîtina neformal: serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanê li Sankt Pêtêrbûrgêne, lê wê rastî hevdu neyên
Nenihêrî wê yekê, wekî korîdora Laçînê hatîye girtinê û nava pirsa dorgirtina Arsaxêda guharitin tune, rûyê çida 23 ê kanûnê li Moskvayê hevdîtina sêalî, ya Ermenîstan-Rûsîya-Adirbêcan pêk nehat, lê serokwezîrê Ermenîstanê vê carê ew vexwendin înkar nekirîye û çûye Sankt Pêtêrbûrgê ku rastî serokên Welatên Hevalbendîya Serbest bê.
Pêşda dihate texmînkirinê, wekî li Sankt Pêtêrbûrgê wê hevdîtina Paşînyan-Pûtîn- Elîyêv pêk bihata, lê paşê hatîye qirarkirinê wekî hevdîtinê nebe.
Dewsa hevdîtina sêalî, hevdîtinên dualî pêk hatine.Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bi formata başqe rastî serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanê hatîye, lê hevdîtina bi hevra pêk nehatîye.
Çi jî hebe, civîna nefermî, ya serokên Welatên Hevalbendîya Serbest pêk hatîye.
Gelek meriv difikirin, wekî 26 ê kanûnê rîya Laçînê wê bihata vekirinê. Aşîtîparêzên rûs soz dabûne welatîyên Arsaxê wekî wê rê bê vekirinê. Feqet alîyê ermenî difikire wekî pêwîste xebatê berdewamkin û bigîjine wê yekê wekî tehsîra civaka navneteweyî li ser Adirbêcanê diha zêdebe.