H’emû nûçeSereke

“Îskela zîha” bona wê yekêye ku pirsgrêka Ermenîstanêye logîstîkî ya tevî dinîyayê bê helkirinê:Kêrobyan

“Îskela zîha” bona wê yekêye ku pirsgrêka Ermenîstanêye logîstîkî ya tevî dinîyayê bê helkirinê. Gilî derheqa çêkirina merkeza li qeza Şîrakêdane. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

“Ew cîh parka senayêye, ji kîjanê li Ermenîstanê tune. Li gelek welatên başqe parkên wî cûreyî hene, yên ku bona wan hevaltîyên senayê têra hatine dîtinê, ku wana bi sîstêmên anegor bidine çareserkirinê. Xêncî wê yekê wê merkeza logîstîkî hebe, li kîderê wê têrmînala kontêynêra hebe, ya ku wê bona wê yekê bê xebiitandinê ku cîguhastina bara bi dereca bilind û bi xercên kêm bê mîyaserkirinê”,- Kêrobyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button