Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî eşaretî daye wekî li bakûrê Sûrîyayê diqewime DAÎŞ careke mayîn rabe ser pîya.
Elametîya Mezlûm Ebdî piştî wê yekê belav bû, dema ku 26 ê kanûnê çekdarên DAÎŞ ê li Reqayê êrîş birine ser ştaba Asaîşa nêzîkî hebsa leşkerî. Rûyê wê yekêda çend endamên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û qulixçîyên Asaîşê hatine kuştinê.
Organîzeya Sûrîyayêye mafparêz ragîhandîye, wekî wê hebsêda 900 endamên DAÎŞ ê tên xweykirinê, lê ewên ku êrîş kirine xwestine wana aza bikin.
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk daye dîyarkirinê wekî ev kirinên DAÎŞ ê tevî gefxwerinên Tirkîyayê hev digrin, yên ku dijî ewlehkarî û qewînbûna herêmêne.