H’emû nûçeSereke

Serokwezîr beşdarî civîna nefermî ya serokên endamên  Welatên Hevalbendîya Serbest bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Sankt Pêtêrbûrgê beşdarî civîna nefermî ya serokên welatên endamên Welatên Hevalbendîya Serbest bûye.

Beşdarî civînê bûne usa jî serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokkomarê Qazaxistanê Qasim-Jomart Tokayêv, serokkomarê Qirgizstanê Sedir Japarov, serokê Bêlarûsê Alêksandir Lûkaşênko, serokkomarê Tacîkistanê Emomalî Rahmon, serokkomarê Ûzbêkîstanê Şêvkêt Mîrzîyoyêv, serokkomarê Tirkmênistanê Serdar Bêrdîmûhamêdov, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêv.

Pêşîyê merasîma tomarkirina vîdyoya beşdarên civînê derbaz bûye, piştra serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn beşdar silav kirine.

Civînê da mijarên girêdayî pêşxistina hevkarîyê li ser xaka Welatên Hevalbendîya Serbest hatine gotûbêjkirinê.

Civîn bi xwarina serokên Welatên Hevalbendîya Serbest bi dawî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button