H’emû nûçeSereke

Îzinê nedin ku trajêdîya cara duem biqewime:Rûbên Vardanyan hevpeyvîn dane rojnameyên fransî

Wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan, bi rîya pêwandîya vîdêyoyê hevpeyvîn dane rojnameyên fransîye bi nav û deng û wî çaxî ewî halê li Arsaxê raber kirîye.

Wextê hevpeyvînê Rûbên Vardanyan bang kirîye ku  li ser Adirbêcanê tehsîrkin ku jîyana 120 000 ermenîyên Arsaxê bidine çareserkirinê, yên ku li ser axa kal û bavên xwe dijîn.

Bi xeberdana derheqa elametîyên Adirbêcanêye nerastda û ew merivên li wir berevbûyî êkologin, Rûbên Vardanyan gotîye wekî heger êkolocî bi rastî Bekûyê dide xemgînkirinê, wî çaxî Arsax amadeye komîsîya navneteweyî, ya pêşezana, ya ji alîyê Organîzeya Netewên Yekbûyîda qebûlke, ya ku wê bikaribe bi hûrgilî dîna xwe bide hal.

Rûbên Vardanyan daye dîyarkirinê, wekî dinîya gerekê bizanibe ku arsaxî gelekî qewatin û yekbûyîne, lê ew gerekê texmînkin wekî nava vê şerkarîyêda ew tenê nînin.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo tevî Adirbêcanê wê aşîtî hebe, yan na, Rûbên Vardanyan gotîye: “Di navbera herdu cimetên meda zordarî û mirin hebûne, lê li mektebên azêrîya bi sala propaganda dijî ermenîya berdewam dibe. Rîya ku berbi aşîtîyê gav bi gav diçe, wê bibe şuxulkarîya wededirêj”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button