H’emû nûçeSereke

Rûyê dorpêçkirina ji alîyê Adirbêcanêda nêzîkî 350 î nexweşên ji Arsaxê nikarin li Yêrêvanê alîkarîya doxtirîyê bistînin :Tagûhî Tovmasyan

Rûyê dorpêçkirina rîya tek-tenê, ya ku Arsaxê dinîya der û Ermenîstanêva dide girêdanê, nêzîkî 350 î nexweşên li Arsaxê nikarin li Yêrêvanê alîkarîya doxtirîyê bistînin. Îdî 20 nexweşên giran li beşên nexweşxwenên Arsaxêda hene, ji kîjana 10 zarokin. Derheqa wê yekêda seroka komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pirsên parastina mafên mêriv, Tagûhî Tovmasyanê gotîye.

“120 000 binelî, nava wanda 30 000 zarok,  hetanî niha nava dorgirtinêda mane. Îzinê nadin ku 400 tonna xurk û derman bighînine Arsaxê.Ev yek ji alîyê Adirbêcanêda teribandina mafên mêrive, ya ku gerekê layîqî bersiva civaka navneteweîye hişk bibe”,- Tovmasyanê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button