H’emû nûçeSereke

“Tehsîra hindava Ermenîstanê usa jî ji vir tê” :sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê derheqa welatê Yekbûîda gotîye

Krîze çê bûye, cabdara kîjanê Adirbêcane, Rûsîya dikare wê yekê helke, çimkî li gorî elametîya 9 ê mijdarê ewê borcdarî hildaye ser  xwe. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye.

“Li korîdora Laçînê aşîtîparêzên rûsin û li wir rola wan ya hîmlîye.Korîdora Laçînê bin cabdarîya aşîtîparêzên rûsdanin. Bi vê gavê Adirbêcan dicêribiîne elametîya 9 ê mijdarê xirabke û ew gerekê Rûsîyayê xemgînke. Bona helkirina pirsgirêkê em gava diavêjin, lê pirsgirêka jî raberî civaka xwe dikin”,- ewî gotîye.

Bi gotina Armên Grîgoryan, êrîşa Adirbêcanêye 13 ê îlonê, wextê kîjanê ew ketine axa Ermenîstana serbixwe, usa jî girtina korîdora Laçînê dikevine nava dorana tehsîrkirinên li ser Ermenîstanê.Armên Grîgoryan gotîye, wekî Ermenîstan dîsa ber xwe dide û ew dikare zelal bêje, wekî halê sertî 13 ê îlonê halê îroyînva girêdayîye û menîya krîzeyê hema fikirdarîya derheqa stendina korîdorêdane.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo ev hemû tişt bona korîdorêye, yan na, sêkrêtarê ewlehkarîyê gotîye: “Usa jî bona wê yekêye ku ew nava axa Ermenîstanêda korîdora der bistînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button