H’emû nûçeSereke
Wezîreta Adirbêcanêye parastinê gundên Ermenîstanê bi navên nerastva raber dike: fonda “Tatoyan” guhdarîya civaka navnteweyî teglîf dike
Wezîreta Adirbêcanêye parastinê gundên Ermenîstanê bi navên li berxwederxistî raber dike û bi wî cûreyî dixweze bide kifşê, ku giva axa Ermenîstanê ya Adirbêcanêye. Derheqa wê yekêda fonda “Totoyan” elametî belav kirîye.
“Em guhdarîya civaka navneteweyî teglîfî li ser wê yekê dikin û em gumanin wekî ev yek beşeke sîyaseta desthilatdarîya Adirbêcanêye dijminatîyêye û ew yek meremn Adirbêcanêye agrêsîv dide kifşê”,-nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.
Ew navên gundên ermenîyaye dîrokî hesab hilnadin û navên azêrî diatînin ser û bi wî cûreyî mafên cimeta ermenî hesab hilnadin.
Nava elametîyêda hatîye gotinê,wekî ev yek şedetîyê dide, ku Adirbêcan bona aşîtîyê xwe amade nake.