H’emû nûçeSereke
“Xwendikarên” pakîstanî elam kirine ku ew dixwezin beşdarî girtina korîdora Laçînê bibin, piştgirîyê bidine azêrîya:Jan- Krîstof Bûîson
Cîgirê serokê rojnama fransîye “Fîgaro” ê Jan Krîstof Bûîson bi nivîsvara xweye Twittere da gotîye, wekî “xwendikarên” pakîstanî xwestina xwe elam kirine ku ew dixwezin li korîdora Laçînê beşdarî kirinên azêrîya bibin û piştgirîyê bidine wan.
“Bona ermenîyên Arsaxê behsên xirab berev dibin. Rûsa 26 ê kanûnê rê nedane vekirinê, lê wa gotî “xwendikarên” pakîstanî elam kirine ku ew dixwezin bighîjine aktîvîstên azêrî û dorgirtina li wir bidine qewînkirinê”,-Bûîson nivîsîye.