H’emû nûçeSereke

Alîkarîya hûmanîtarîye lez bona Arsaxê: civîna şêwira endamên fonda “Ermenîstan”  pêk hatîye

27 ê kanûnê civîna şêwira endamên fonda “Ermenîstan”  pêk hatîye. Ev civîna lez pêkhatî girêdayîye girtina rîya Laçînêra û bi meremê gotûbêjkirina pirsa piştgirîya hûmanîtarî bo Arsaxê.

20 endamên şêwirê bi rîya vîdêyokonfêransê hevva hatine girêdanê.

Wextê civînê serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan û wezîrê dewletê Rûbên Vardanyan halê li Arsaxê pêşdahatî raber kirine û derheqa hewcetîyên binelîyaye lezda xeberdane.

Beşdarên civînê hal gotûbêj kirine û hatîye dîyarkirinê, ku gerekê piştgirîya hûmanîtarîye lez bidine Arsaxê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button