H’emû nûçeSereke

Bi helkirinên nihava hal nikare bê milahîmkirinê: Avanêsyanê derheqa encamên girtina korîdora Laçînêda gotîye

Wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê derheqa krîzeya li Arsaxê, ya girtina korîdora Laçînêda gotîye.

Avanêsyanê bîr anîye wekî duh sê nexweşên ji Arsaxê cîguhastî nexweşxanên Ermenîstanê kirine: “Niha halê wan çawa yê qewîn tê qîmetkirinê, lêkolîn tên mîyaserkirinê û ewê alîkarîya doxtirîyê bistînin”.

Wezîrê gotîye, wekî ev yek nade kifşê, ku hal rast dibe: “Rûyê girtina rêyêda roj bi roj krîzeya hûmantarî diha zêde kûr dibe. Kêmasîya dû-dermana, eşîyayên doxtirîyê, xurek û tiştên mayîn heye. Hemû tişt tê kirinê ku ew kêmasî bê rastkirinê. Feqet bi helkirinên wî cûreyî hal nikare bê milahîmkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button