H’emû nûçeSereke

Hene qîmetkirin, lê gavên konkrêt pêwîstin: parêzera mafên mêriv

Parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv Krîstînê Grîgoryanê derheqa wan qîmetkirinên navneteweyîda xeberdaye, yên ku girêdayîne korîdora Laçînêra.Ewê gotîye, wekî gerekê kirinên konkrêt bêne mîyaserkirinê.

“Sîstêmên navneteweyî û usa jî organîzeyên cuda-cuda qîmetkirinên rast dane girtina korîdora Laçînê.Dorpêçkirina ku berdewam dibe, dide kifşê, wekî îdî têrê nakin, çimkî hal ji wê yekê nayê guhartinê, pêwîste gavên konkrêt bêne avîtinê. Ez bangî şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya mafên mêriv dikim ku mîsîya dîtindarîyê bişînine korîdora Laçînê ku cîda hal fem bikin û dîna xwe bidine dor-bera”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button