H’emû nûçeSereke

Sîstêmên navneteweyî wê bikaribin xirabkarîyên ku li Ermenîstanê hatine kirinê, lêkolîn bikin

Hukumata Ermenîstanê projeya qanûna derheqa îzbatkirina qanûndarîya mehkema navneteweyî, ya 17 ê tîrmeha sala 1998 a îmzekirî îzbat kirîye.Wezîrê Ermenîstanêyî edaletê Grîgor Mînasyan daye dîyarkirinê, wekî meremê qanûndarîyê ewe, wekî merivên ku xirabkarîyên diha giran mîyaser kirine, yên ku nayêne cezakirinê û bona ku xirabkarîyên vî cûreyî neyêne wekilandinê li rex organên hiqûqîye mayîn mehkema navneteweyî bidine hîmdanînê.

Li gorî projeyê tê gotinê: “Ji gulana sala 2021 ê da destpêkirî hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî agrêsîya leşkerî dijî Ermenîstanê mîyaser kirine, ketine axa Ermenîstana serbixwe û hetanî niha li wir mane.Paşê, 13-14 ê îlona sala 2022 a agrêsîya leşkerîye nû ji alîyê hêzên azêrîyada hate mîyaserkirinê, rûyê çida bi seda leşker û binelîyên edil hatine kuştinê û wextê kîjanê xirabkarîyên giran hatine mîyaserkirinê.

Bi hesabhildana tabîya Adirbêcanê û elametîyên wêye agrêsîv, rîska agrêsîya leşkerîye nû, ya ji alîyê Adirbêcanêda, dîsa li ser wê derecê dimîne.

Îzbatkirina qanûndarîya mehkema navneteweyî, xirabkarîyênên ku ji alîyê hêzên Adirbêcanêda hatine mîyaserkirinê, wê ji alîyê mehkema navneteweyîda bêne lêkolînkirinê û ewê bibe mecala zeftkirina Adirbêcanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button