SerekeSîyasî

Şerê Ermenîstanê û Adirbêcanêye nû wê diha kurtbe, lê wê kêmtir diramatîk jî nebe: fikira koma  navneteweyîye krîzeyî

Heger şerê Ûkraînayê tehsîra xwe li ser krîzeyên temamîya dinîyayê hiştîye, wî çaxî tehsîra mezin li Qafqasîya Başûr heye.Piştî şerê Qerebagê, tê bêjî Ermenîstan û Adirbêcan berbi pevçûyîneke mayîn diçin.Bêaçixîyên Rûsîyayêye li Ûkraînayê hesabên li herêmê dane teribandinê.Derheqa wê yekêda koma krîzeyî, ya navneteweyî nivîsîye û deh dew û doz raber kirine û ew gerekê sala  2023 a merkeza guhdarîyêdabin. Ew dew û doz evin: Ûkraîna, Ermenîstan û Adirbêcan, Îran, Yêmên, Êtovpîya, Kongo,  Sahêl, Haîtî, Pakîstan, Tayvan.

Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî şerê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, yê nû wê diha kurtbe, lê wê hindik diramatîk nîbe, ne ku şerê sala 2020 î. Nava encamê wî şerîda, rûyê çida ji 7000 î zêdetir leşker hatine kuştinê, hêzên azêrîya ji nehîyên dor-bera û ji beşeke Qerebagê hêzên ermenîya dane derxistinê. Moskvayê şer da sekinandinê.Ji wî çaxîda balans berbi kara Adirbêcanê hate guhartinê. Eskerê ermenî hêzên xwe û sîlihên xwe nedane tamkirinê, çimkî  li Rûsîyayê niha kêmasîya sîliha heye. Adirbêcan eskerê xwe dide pêşxstinê. Ew ji alîyê Tirkîyayêda tê piştgirtinê û diha baş sîlihkirîye.Pêwîstîya gazêye li Avropayê moralê Bekûyê diha bilind kirîye.

Dijwarîyên Rûsîyayêye li Ûkraînayê usa jî bi wê yekêva girîngin, wekî nava doranên agirbesta sala 2020 î da aşîtîparêzên rûs li wan nehîyên Qerebagê hatine cîhwarkirinê, li kîderê ermenîne. Rûsîyayê sînorxweykir û leşkerên xwe li wan beşên sînorên ermenîya-azêrîya dane qewatkirinê, yên ku piştî şêr bûne xeta pêşine nû.Fikira sereke ew bû, ku ew kom wê êrîşa bide sekinandinê.

Feqet hêzên rûsa nava sala dawîda çend pevçûyîn nedane sekinandinê. Hêzên azêrîya ji meha  adarê hetanî meha tebaxê li Qerebagê  gelek cîh dagir kirine. Meha îlonêda hêzên azêrîya beşeke Ermenîstana serbixwe dagir kirine. Her şerekî nû diha gur dibe.

Feqet şerê Ûkraînayê sî avîtîye ser hevraxeberdanên edil. Moskva cedandinên xweye dora pirsa Qerebagê berdewam dike.Têra dihate dîtinê, wekî agirbesta sala 2020 î wê kirîn-frotana li herêmê bida vekirinê û wê nava Ermenîstanêra berbi Nexçêvanê rê bihata vekirinê.

Dawîya sala 2021 ê Moskvayê beşdarbûna Avropayê, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qebûl kir, bi wê hêvîyê, wekî ewê beşdarbûna Rûsîyayê diha bide qewatkirinê. Piştî destpêka şerê Ûkraînayê, Moskva dîplomatîya Yekîtîya Avropayê çawa tehsîra bona zeftkirina Rûsîyayê dibîne.

Nava encamên wê yekêda du qayîlnivîsar tên pêşdakişandinê. Yek ji alîyê Rûsîyayêda hatîye amadekirinê, lê ya mayîn Ermenîstanê û Adirbêcanê bi piştgirîya Rojavayê amade kirine.

Nava wan projeyada derheqa kirîn- frotanê û qewînkirina sînorê ermenîya-azêrîyada tê gotinê, lê yazîya ermenîyên Qerebagê hatîye cudakirinê.Nava projeya duemînda, piştgirîya kîjanê Rojava dike, hê femdarî nîne ku Moskvayê çawa bersiva wê yekê bide, heger ew qayîl bibe.

Herdu alî jî ji hev dûrin. Hemû kartên Bekûêye lîstikê hene û çi jî hebe Bekûyê diha zêde karê bistîne, bi taybetî nava kirîn-frotanê û pêwandîyên derda. Qezîya ewe wekî hevraxeberdan wê nebine tu cîyî, yan jî pevçûyîna leşkerîye bi sirê, wê rêyên ku Moskvayê yan jî Rojavayê pêşnîyar kirine û Adirbêcanê bi qewatê wê yekê hilde çi ku dikare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button