H’emû nûçeSereke
Xirabkarîyên Adirbêcanêye dijî axa Ermenîstanêye serbixwe wê bêne lêkolînkirinê: wezîrê edaletê
Nava sîstêma hiqûqîda mecal çê dibe, bi saya kîjanê emê bikaribin tevî hevkarên mehkema navneteweyî xirabkarîyên Adirbêcanêye ji gulana sala 2021 ê destpêkirî lêkolînkin. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana, wezîrê Ermenîstanêyî edaletê Grîgor Mînasyan gotîye.
Bi qîmetkirina wî ev yek şuxulkarîya hêsa nîne.
“Bona lêkolînkirina xirabkarîyên dijî axa Ermenîstanêye serbixwe, koma profêsîyonala gerekê bê sazkirinê”,- Mînasyan gotîye.
Em bîr bînin, wekî piştî şerê 44 roje Adirbêcanê çendik-çend cara agrêsîya dijî Ermenîstanê mîyaser kirîye. Ji wana yê here mezin gulan û mijdara sala 2021 ê û usa jî îlona sala 2022 a hatine kirinê.