H’emû nûçeSereke

Mûzîk û konsêrata Mêgastar 2022  li Yêrêvanê: sala 2023 a Jênîfêr Lopês?  Şahkîra?

Çend roj berê li Yêrêvanê Avrovîzîyona zarokaye 20 emîn  bi dawî bû.Mûzîkeya zarokan li dora xwe zivirî û mêvanên bîyanî yên paytext jî di nav de bi hezaran kes pîroz kirin.

Rayedarên bajêr û organîzatorên pêşbirkê di payîzê de dîyar kiribûn ku pêşbirka mûzîkê wê neyê jibîrkirin. Encamên Avrovîzîyonê hê nû ne, lê ev ne bûyera gerdûnî ya yekane an demek stêrkî bû di bîranîna çandî ya Yêrêvanê ya 2022 an de.

“Radyolûr” ê cêriband ku di 5:43 deqeyan da jîyana mûzîkê ya sala 2022 an kurtejîyane û vebêje.

“Ji bo xwe û geştîyaran ne tenê nan, karsazî jî pêşkêşî bikin…”

Destpêka sala 2022 da wezîrê aborîyê Vahan Kêrobyan li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragîhandibû ku stranbêjê navdar yê fransî Garûn ji bo konserekê li Yêrêvanêbe. 

Dengbêj li Yêrêvanê got:”Paşnavê min Garan e, ne Garanyan, lê ez ji Ermenîstanê hiz dikim”. Konsêrta ku di nîsana  sala 2022 da hat lidarxistin, duyemîn konsera solo ya Garû bû li Ermenîstanê.

“Ez pir kêfxweşim ku ez li welatê Şarlim: ez xwe mecbûr dibînim”

Bêhna fransî havînê jî li ser sehneyên konserê bû. Wê demê dengbêjê fransî yê navdar Zaz germa Yêrêvanê germtir kir. Bi ermenî diaxivî, li ber dûdûka ermenî stran digotin, ji Ermenîstanê hez dikir û soza vegerê da. Nûnerên fêstîvala “Haya” ê ku organîzatorê konserê ye di kurteya konserê de dîyar kir ku Ermenîstan ji bo beşdarbûna konsêra solo ya Zazî, ji Rûsyayê, Gurcistanê, Îranê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Qazaxistanê û welatên Avropayê mêvandarîya bi sedan mûzîkhiza kir.

 “Ez yekem hunermendê hîp-hopê me ku  li Ermenîstanê li bajarê Yêrêvanê derketim ser dikê. Ezê şûnda bêm”

Yêrêvanê hîna strana “Je veux” distira, 50 sênt silav da temaşevanên ermenî.

Paytext yek ji baştirîn rapperên cîhanê bi ênêrjîya dîn û çepikên bê rawest wergirt. Stranbêj li ser torên xwe yên civakî behsa Ermenîstanê kir û soz da ku vegere.

Symphonic Led Zeppelin li Ermenîstanê

Mêga-havîna mûzîkê bi pêrformansa koma Led Zeppelin Symphonic ya koma London West End bi dawî bû. Endamên komê cara ewil li Ermenîstanê bûn. Wan ji bo pêşwazîya germ bi ermenî spasîya temaşevanan kir, bi berdewamî çîrokên hestîyar li ser çalakîyên xwe û efsaneyên Led Zeppelin vegotin.

Sozên derengmayî

Piştî konsêra sîmfonîk, fêstîvala “Haya” soz da ku di payîzê de vegere. Payîzê mûzîkê dê bi stêrka popê ya navdar Krîstîna Agîlêrayê dest pê bikira.

Êrîşa Adirbêcanê ya 13-14 îlonê ne tenê aramîya welatê me têk bir, lê bernameyên konserê jî paşxist. Festîvala “Haya” û xebatkarên stranbêja gelêrî, bi parvekirina rewşa derûnîya welatîyên Ermenîstanê, biryar dan ku konsera Krîstîna Agîlêrayê ya li Yêrêvanê were paşxistin. Stêrka popê li ser rûpelên xwe yên civakî nivîsî ku ger gengaz be ewê roja nû ya konserê ragihînin. Pir kes biryar da ku bilêtan vegerînin, gelek kes hîn jî bi dilgermî li benda konsera solo ya Agîlêrayê ne. Organîzator tenê li ser tarîxên gengaz diaxivin û pêşnîyar dikin ku stranbêj li benda bihara 2023 an bimîne.

“Cîhaneke din” li Ermenîstanê

Payîza sala 2022 an li Ermenîstanê bi tevlîhevîya zanist, huner û mûzîkê dest pê kir. Di çarçoveya fêstîvala navneteweyî ya “Starmûs” de gîtarîstê koma Queen Brian May ji bo temaşevanên Yêrêvanê derket ser dikê. Stêrka rokê yekem car bi koroya zarokan ya dîyaneta Tavûşê strana “Cîhaneke din” pêşkêşî temaşevanan kir. Mêvanê taybet yê konserê  Sêrj Tankyan bû.

“Bizvire mûcîze”

Wiha… 2022  li Ermenîstanê bi pêşbirka herî mezin û efsûnî ya Avrovîzîyona zaroka bi dawî bû. Piştî salekê zêdetir amadekarî, Yêrêvanê mazûvanîya pêşbirka 20 salîya xwe kir. Nûnera Ermenîstanê Narê bi pêrformanseke hêja di rêza 2  de cîh girt û kerameta serketî ji Yêrêvanê derket, ango, vegerîya Fransîyayê.

Ji alîyê “Radîolûr”ê ve sala derbazbûyî ya mûzîk û konserê wiha derbaz bû. 2023 di heman demê de soz dide ku bibe tijî syûrprîz, dengên nû yên naskirî û nenas.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button