H’emû nûçeSereke

Dinîya gerekê bişuxule bona ku îzina komkujîyê nede: înstîtûta Lêmkîn

Înstîtûta Lêmkîn xemgîne wekî Arsax dikare bêyî ênêrgîya êlêktrîkî bimîne.Mecala wî cûreyî zelale. Dinîya gerekê bişuxule bona ku îzina komkujîya ermenîye duemîn nede.

“Eva îdî ji 23 roja zêdetire ku Adirbêcanê Komara Arsaxê dorpêç kirîye.120 000 meriv ji alîyê welatê dijminda hatine dorpêçkirinê.3 ê meha çile Arsax carina ji ênêrgîya êlêktrîkî miqûf dima û ew yek xemgînîyê pêşda tîne ku desthilatdarîya Adirbêcanê dikare wê yekê bike.

Serokê Adirbêcanê Elîyêv 10 sal pêşda propaganda dijî ermenîya mîyaser dikir û hiznekirina ermenîya pêşda dikişand, ya ku roja îroyîn bi cûrê zordarîya û barbarîya tê kifşê.

Adirbêcan gerekê bê cezakirinê, aşîtîparêzên Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê li ser rêyên dorpêçkirinê bêne cîhwarkirinê, bona ku ermenîya biparêzin û çûyîn- hatina bi wan rîya bidine çareserkirinê, gerekê alîkarîya leşkerîye bona Adirbêcanê bidine sekinandinê.

Înstîtûta Lêmkîn baware, wekî milet û organîzeyên ku beşdarî komkujîya dibin, gerekê li ber cabdarîyê bisekinin”,- nava nivîsara organîzeyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button