H’emû nûçeSereke

Em ji civaka navneteweyî, di nav de endama daîmî ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, Rûsîyayê gavên têkildar hêvî dikin:Paşînyan

Ji alîyê Adirbêcanêda eva 25 rojin dorpêçkirina korîdora Laçînê didomîne. Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan  destpêka civîna hukumetêda gotîye.

 “Ew opêrasîyona ku li Qerebaxa Çîya bû sedema krîzeke mirovî, bû sedema bertekeke navneteweyî ya berfireh li ser bangên ji bo vekirina korîdorê.Tevî vê yekê jî Adirbêcan ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu gavan navêje.

Bi girtina korîdora Laçînê, Adirbêcan pabendbûna xwe ya raste-rast ya di danezana sêalî ya 9 ê mijdara sala  2020 a binpê dike, ku pirsên cidî li ser kapasîteya peymanê ya Bakûya fermî derdixe holê. Di heman demê de, Adirbêcan hewl dide ku pratîka nepêkanîna erkên xwe, ku bi tevahî xeyalî ye, bide Ermenîstanê.

Her weha girînge ku were tomarkirin ku di derbarê girtina korîdora Laçînêda gelek sedemên cuda têne pêşkêşkirin, lê bi dîtina min sedema herî kûr û rastîn ewe ku ermenîyên Qerebaxê li welatê xwe jîyana xwe didomînin. Paşînyan got ku Adirbêcanê bi zelalî dest bi nivîsandina qirkirina êtnîkî û qirkirina ermenîyên Qerebaxê kirîye”.

Serokwezîr dîyar kir ku di vî warîda Ermenîstan ji civaka navneteweyî hêvî dike ku gavên hê bêtir obyêktîv, di nav wan de Rûsîyayê, endama daîmî ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, ku leşkerên wê yên aştîparêz li Qerebaxa Çîya cîh digirin, û korîdora Laçînê di bin kontrola xwe de bihêle. Berpirsîyarîya wê ya raste-raste bi daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020 an e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button