H’emû nûçeSereke
Li wezîreta parastinê pirsa derheqa mecala qulixkirina jinaye nava eskerda tê gotûbêjkirinê
Wezîreta Ermenîstanêye parastinê wê pirsê gotûbêj dike, li gorî kîjanê welatîyên jin bi rezedilîya xwe dikarin nava eskerîyêda derbazî qulixêbin.
Wextê qisa tevî Armênprêssê derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta parastinê Aram Torosyan xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî wezîreta parastinê niha wê pirsê gotûbêj dike.
“Niha ez înformasîyonên zêde nikarim bidim, lê tenê dikarim îzbatkim wekî pirsa derheqa wê yekêda ku welatîyên jin bi rezedilîya xwe dikarin bibine leşker, tê gotûbêjkirinê”,-Torosyan gotîye.