H’emû nûçeSereke

Tifaqa ermenîya-îranîyaye sîvîlîzasîyon gerekê dijî  tifaqa Tûranêbe:Vardan Voskanyan

Bona berxwedayîna li ber “Tifaqa Tûran” ê ya ku di navbera desthilatdarîyên Bekûyê û Êrdoganda saz bûye, gerekê tifaqeke cuda bê sazkirinê, kîjan Ermenîstan gerekê tevî welatekî herêmêyî mezin çêke. Derheha wê yekêda îranzan Vardan  Voskanyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.

“Gelo hûn zanin wekî koma Bekûêye barbarî gelekî ji çi nerihete. Ew ji gavên Ermenîstanêye nişkêva nerihete.

Ji wana yek jî dikare bibe sazkirina tifaqa tevî Îranê.

Bona berxwedayîna li ber “Tifaqa Tûran” ê ya ku di navbera desthilatdarîyên Bekûyê û Êrdoganda saz bûye, gerekê tifaqeke cuda bê sazkirinê, kîjan Ermenîstan gerekê tevî welatekî herêmêyî mezin çêke.

 Tifaqake wî cûreyî meriv dikare tevî Îranê sazke û ew yek dikare ser hîmê îdêolojîya zelal bê çêkirinê.

Ermenîstan û Îran merkezên sîvîlîzasîya vê herêmêye kevinarin û dijî wê “tifaqa tûranî” gerekê tifaqa ermenîya-îranîyaye sîvîlîzasîyon bê sazkirinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button