H’emû nûçeSereke
Dorgirtina korîdora Laçînê pêşîya pêvajoya aşîtîyê digre: baylozxana ŞAY
Bi qîmetkirina Waşîngtona fermî,dorgirtina korîdora Laçînê pêvajoya aşîtîyê dide sekinandinê û aminaya navneteweyî diteribîne.Derheha wê yekêda ji baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya li Ermenîstanê gotine û dane dîyarkirinê, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî girêdayî wî halê dora korîdora Laçînêra xemgîne.
“Em bang dikin ku çûyîn-hatina aza, ya korîdora Laçînêra tam bidine sekinandinê. Bona pêşkeftina nava hemû pirsada rîya tek-tenê hevraxeberdanin”,-ji baylozxanê elam kirine.