H’emû nûçe

Fonda hemermenî ya “Ermenîstan” bangî sîstêmên navneteweyî kirîye ku hewil bidin bona ku firegeha li Stêpanakêrtê bê xebitandinê

Şêwira fonda hemermenî, ya bi navê “Ermenîstan” elametî derheqa dorgirtina korîdora Laçînêda belav kirîye, kîjanêda hatîye dîyarkirinê wekî cedandinên lez pêwîstin, bona ku firegeha Stêpanakêrtê bê xebitandinê û bi rêya hewê piştgirîya hûmanîtarî bighînine Arsaxê.

“Ji 12 ê kanûna sala 2022 a da cimeta Qerebagê bi temamî ketîye nava dorpêçkirinê, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye teşkîlkirinê û ew yek elametîya sêalî, ya 9 ê midara sala 2020 î diteribîne.Bi wê yekê Qerebag ji Ermenîstanê û ji temamîya dinîyayê hatîye qetandinê û bona 120 000 ermenîyên li wir qezîya hûmanîtarî pêşda hatîye. Bi vê yekê Adirbêcan dixweze bona derxistina ermenîya bingehê çêke û pêra jî sîyaseta paqijkirinên êtnîkî mîyaser dike.

Binelîyên Qerebagê destê welatekî usada dîl mane, yê ku dicedîne berbi Avropayê here, lê bi kirinên xweva qîmetîyên merivatîyê pêpes dike û hesab hilnade.

Dorpêçkirina korîdora Laçînê dikare werguhêzî qezîya hûmanîtarî bibe. Îdî kêmasîya eşîyayên pêwîst, xurek û dermana tê texmînkirinê.Binelîyên Qerebagê ji mafê çûyîn-hatina aza miqûf mane.

Adirbêcan borcdare dorgirtina korîdora Laçînê bide hildanê û nava dorana borcdarîyên xweda gerekê çûyîn-hatina binelîyên Qerebagê bide çareserkirinê.

Em bangî merivatîya pêşverû  û sîstêmên navneteweyîye anegor dikin, ku hemû mecalên xwe bidine xebatê bona ku îzina komkujîya nû nedin û mafên binelîyên Qerebagê biparêzin.

Bi wê yekêva tevayî em bangî sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî û sîstêmên navneteweyîye mayîn dikin ku hewil bidin ku firegeha Stêpanakêrtê bê xebitandinê û bi rîya hewê piştgirîya hûmanîtarî bighînine Qerebagê.

Em careke mayîn wê yekê îzbat dikin wekî fonda “Ermenîstan” hindava mîsîya xweda amine, ya ku li ser qîmetîyên merivatîyê û prînsîpên hûmanîtarî hatîye bingehkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button