H’emû nûçeSereke

Girêdayî pirsa Laçînêra, hevraxeberdanên çawa û li kîderê tên pêkanînê: pêşezan hewcetîya raberkirina rojeva hevraxeberdana dibînin

Eva îdî serê mehekêye ku korîdora Laçînê hatîye dorpêçkirinê û niha pêwîstîya sîyasî heye ku gavên praktîk gerekê bên avîtinê bona pirsgirêk bê helkirinê.Hewcetî heye wekî pêwîste ku Stêpanakêrt û Bekû raste-rast bi hevra  hevraxeberdana pêk bînin.Wextê hevdîtina sêalî, derheqa wê yekêda gotûbêjkirin hebûne, lê ew rûyê elametîyên Bekûyêda nehatine zelalkirinê.Nava pêşezanên Ermenîstanêda difikirin wekî hewcetî heye ku rojeva hevraxeberdanên Laçînê  bi cûrê diha zelalkirî raberkin.

Girêdayî dorpêçkirina korîdorêra baylozxana Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê û wezîreta Rûsîyayêye parastinê, elametî belav kirine.

Bi qîmetkirina Waşîngtonê, dorpêçkirina korîdora Laçînê pêvajoya aşîtîyê dide sekinandinê û aminaya navneteweyî tê teribandinê.

Wezîreta Rûsîyayêye parastinê elam kirîye, wekî aşîtîparêzên rûs li Qerebagê pirsên pêşîya xwe mîyaser dikin.Fermandarîya aşîtîparêzên rûs hevraxeberdana didine derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button