Pêskov daxuyanîya Paşînyan ya li ser redkirina telîmên leşkerî ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Koloêktîv li Ermenîstanê nirxand
Rûsîya daxuyanîya derbarê redkirina telîmên leşkerî ya Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv ya ji bo sala 2023 a li ser axa Ermenîstanê ji alîyê Yêrêvanê ve were kirin, eşkere bike. Li gorî “Armênpress” ê, ev yek ji ajansa “RIA Novosti” re, li ser gotinên sekrêtarê çapemenîyê yê serokê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov ragihand.
Ev daxuyanîyeke pir nûye ya serokwezîrê Ermenîstanê ye. Ez wisa difikirim ku hevkarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dê di têkilîyê de bin û hûrglîyên helwesta Ermenîstanê zelal bikin. Di her rewşê de, Ermenîstan hevalbenda meye pir nêzîk e. Di mijarên ku niha pir alozin jî di nav de emê dîyalogê bidomînin”.
Çawa ku “Armênpress” ragîhandibû Nîkol Paşînyan di civîna xwe ya rojnamevanî de elam kiribû, ku Yêrêvanê telîmên leşkerî ya hevbeş ya hêzên parastina aştîyê yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv li Ermenîstanê red kir, ji ber ku Ermenîstan di rewşa niha de telîmên leşkerî têra nabîne. Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê derbarê redkirinê de bi nivîskî agahî da navenda hevpara Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv.