SerekeSîyasî

Serokatîya Swêdê qewilên ku Tirkîyayê pêşda kişandine, çawa ne yên nêzîkî aqila hesab kirîye

Serokwezîrê Swêdê Ûolf Krîstêrson, wextê konfêransa “Cimet û parastin” elam kirîye,  wekî Enqere bona welatên wan qewilên usa pêşda dikişîne, yên ku ne nêzîkî aqilane.Gilî derheqa wê yekêdane, wekî Tirkîya qewil pêşda kişandine bona wê yekê ku Swêd bibe endama NATO ê.

Tirkîya îzbat dike wekî me ew tişt kirine çi ku me soz daye, lê pêra jî dibêje wekî ew wê yekê dixwezin em yan nikarin bikin, yan jî naxwezin bikin”,-ewî gotîye.

Pêşda, 22 ê kanûnê, wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çaûşoglû elam kiribû, wekî Swêd dîsa çawa merkeza wan koma dimîne, kîjana Enqere çawa yên têrorîstî hesab dike.

Cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Alêksandr  Grûşko pêşda elam kiribû, wekî endamtîya Swêdê û Fînlandîyayêye nava NATO ê da wê derbê bighîne ewlehkarîya temamîya Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button