H’emû nûçeSereke

Wezîrê karên der rola koma Yekîtîya Avropayê ya qîmetkirina têknîkî nava karê îzinnedayîna agrêsîya hindava Ermenîstanêda bilind qîmet kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan endamên koma têknîkî ya Yekîtîya Avropayêye qîmetkirinê bi serkarîya Marçîn Vîdra qebûl kirîye.Koma nû ji alîyê Yekîtîya Avropayêda hatîye Ermenîstanê, bona ku dîna xwe bide mecala cîhwarkirina mîsîya sîvîle nû. Seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorîn jî beşdarî hevdîtinê bûye.

Alîya derheqa xebatên mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyêda xeberdane, ya ku 19 ê kanûnê ser hevda hatibû.Nava vê hemtêkstêda Mîrzoyanê wezîr rola mîsîyayê, ya nava îşê îzinnedayîna agrêsîya nû, ya dijî Ermenîstanê bilind qîmet kirîye. Wextê hevdîtinê usa jî cêrge pirsên bona herdu alîya hewaskar hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button