H’emû nûçeSereke

Adirbêcan borcdare bêyî tu qewil-qirara rêjîma korîdora Laçînê bide dasekinandinê: wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye cîgira sêkrêtarê ŞAY

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî cîgira sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pirçsên avropî û avrasîyayî Kêrin Donfrîdê qise kirîye.

Armênprêssê ragîhandîye,wekî Ararat Mîrzoyan halê dora korîdora Laçînê raber kirîye û gotîye, wekî rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda li Qerebagê halê hûmanîtarî roj bi roj xirab dibe. Hatîye gotinê, wekî Adirbêcan bi kirinên xwe elametîya sêalî, ya 9 ê mijdara sala 2020 î, diteribîne.

“Alîyê ermenî daye dîyarkirinê, wekî gunehkarkirin û gotinên wa gotî êkoparêzên azêrîya yên qelpin. Mîrzoyanê wezîr gotîye wekî Adirbêcan borcdare bêyî tu qewil-qirara çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bide dasekinandinê û ew yek nava elametîya sêalîda dîyarkirîye”,- nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button