H’emû nûçeSereke

Paşînyan elam kirîye ku kengê ewê qayîlnivîsara aşîtîyê îmze neke

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê wî çaxî qayîlnivîsara aşîtîyê îmze neke, heger têksta qayîlnivîsarê  gorî berjewandîyên dewleta Ermenîstanê nîbe. Derheqa wê yekêda serokwezîr wextê prêss-konfêranêsê gotîye.

Serokwezîr careke mayîn elam kirîye, wekî Ermenîstan amadeye dokûmênta aşîtîyê îmzeke, heger ew gorî berjewandîyên Ermenîstanêbe.

“Heger li ser sivirê kaxez hebe, kîjanê em gerekê îmzekin û heger ew behseke başbe, gerekê bê kirinê, çimkî ewê bide kifşê wekî em gihîştine xalekê  kîjanêda berjewandîyên Ermenîstanê tên parastinê. Niha pirs ne tenê nava fikira kaxezêdane, lê nava mîyaserkirina mêxanîzma wêdane. Dokûmênta 9 ê mijdarê jî heye, lê ew yek li ber çevaye wekî ew roja îroyîn nayê mîyaserkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî meriv dikare peymanê îmzeke, lê heger mêxanîzmên mîyaserkirina wê tunebin, wî çaxî piştî morkirinê êskalasîya leşkerîye nû dikare biqewime.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button