H’emû nûçeSereke

Pêşnîyara fermî, ya derheqa bûyîna beşeke dewleta yekbûyî tunebûye, lê rastî awqasî jî zelal nîne: serokwezîr

Bo Ermenîstanê pêşnîyar nehatîye kirinê ku ew bi fermî bibe beşeke dewleta Yekbûyî, lê rastî awqasî jî zelal nîne, bi çiqasîva ew tê texmînkirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê prêss-konfêransê gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa rojnamevan daye ku gelo pirsa usa hebûye ku pêşnîyar hatibe kirinê bona ku Ermentstan tevî Rûsîyayê bibe dewleta Yekbûyî û heger pêşnîyara usa hebe, wî çaxî tabîya serokwezîr ya çi cûreyîye, çimkî sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan elam kiribû wekî li ser Ermenîstanê tehsîr dikin, ku ew  bighîje dewleta Yekbûyî.

“Heger hûn dixwezin derheqa pêşnîyara fermîda bizanibin, wî çaxî ez bêjim wekî pêşnîyara fermî tunebûye. Feqet rastî  ewqasî jî zelal nîne, bi çiqasîva ew tê texmînkirinê.Em gerekê pêvajoyên global lê binihêrin.Ez dikarim bêjim wekî bona me serbixwetîya Ermenîstanê, dewleta serbest qîmetîyên bilindin.

Û çawa bersiva pirsê, borcdarî û mîsîya me ewe, ku em hemû tiştî bikin ku serbixwetîya xwe bidine çaresrkirinê”,- serokwezîr gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî Armên Grîgoryan derheqa wê yekêda li ser hîmê kanalên nefermî  gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button