H’emû nûçeSereke

Serokwezîr gotîye ku tabîya  Ermenîstanê, ya nava pirsa statûsa Qerebagêda, çi cûreyîye

Ermenîstan berî her tiştî  çareserkirina pirsa  ewlehkarî û mafên ermenîyên Qerebagê girîng hesab dike.Ermenîstanê bi hemû mecalên xwe piştgirîyê bide qirara cimeta Qerebagê. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê prêss-konfêransê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku nava pirsa statûsa Qerebagêda tabîya Yêrêvanê çi cûreyîye.

Bi fikira Paşînyan ji pirsgirêka yek jî ewe, ya ku li ser bûyarên qewimî bandora xwe hiştîye, pirsgirêk ewe wekî Ermenîstanê wekîlên Qerebagê ji pêvajoya hevraxeberdana der hiştine û dewsa wan qirar kirine.

“Na xêr,em nikarin dewsa wan birîyarê bidin.Em gerekê bi pirsên pêwandîyên Ermenîstanêva mijûlbin, lê wekîlên Qerebagê gerekê pirsa Qerebagêva mijûlbin. Û em jî gerekê piştgirîyê bidine wan”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button