H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê hindava normalbûna pêwandîyên tevî Adirbêcanê û Tirkîyayê baware

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wê fikirêra qayîl nîne wekî bi hîvîkirina aşîtîyê meriv dikare bighîje aşîtîya rast.Bi gotina serokwezîr aşîtîyê gerekê qazanc bikin.

“Em gerekê bi cabdarî bişuxulin.Hene gefxwerin, hene mecal û em gerekê wî hemû tiştî himberî hev bikin. Çi ku derheqa hîvîkirina aşîtîyêdane, ez wera qayîlim, wekî bi hîvîkirina aşîtîyê meriv nikare bighîje aşîtîya rast. Aşîtîyê gerekê qazanc bikin.Gotinek jî heye wekî meriv dikare aşîtîyê bide mecbûrkirinê.Cêribandina me da kifşê,wekî ew yek nayê stendinê.Aşîtîyê gerekê qazanc bikin û ew yek li ber çevaye”,-wextê prêss-konfêransê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Bi fikira serokwezîr meriv dikare bi guhartina fikira, hal û rast qîmetkirina bûyara, bi saya gavên hesabkirî bighîjine aşîtîyê.

“Em dikarin bighîjine aşîtîyê, heger em bikaribin pêwandîyên li gorî hemû alîya tevî Tirkîyayê û Adirbêcanê îzbatkin û deşta qayîlîya sazkin.Em gerekê pêwandîyên xwe tevî Îranê û Gurcistanê bidine pêşxistinê.Eve formûleya aşîtîyê.Gerekê wan rêsûrsên civaka navneteweyî jî bidine xebatê, kîjan dikarin nava wê pirsêda alî me bikin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button