H’emû nûçeSereke

Adirbiêcan eşkere lez dikeve: Îskandaryan derheqa pêrspêktîvên aşîtîparêzên rûsda, yên li Qerebagê

Hêzên rûsa  wê li Qerebagê hetanî wî çaxî bimînin dema ku ew yek bona Rûsîyayê alîyê sîyasîda pêwîstbe. Derheqa wê yekêda sîyasîzan Alêksandr Îskandaryan gotîye.

“Heger Adirbiêcan bikaribe mayîna wane li Qerebagê sala 2024 a biteribîne, wî çaxî ewê wê yekê bike. Heger ew yek jêra sala 2025 a li hev neyê, wî çaxtî ewê diha dereng wê yekê bike. Ev hemû tişt ji wî halê sîyasî, ji rastîya leşkerî-sîyasîva girêdayîye, ya ku wê dora dew û doza Ûkraînayê sazbe.

Meriv dikare ssênara bîne ber çevê xwe, wextê kîjana Rûsîyayê nikaribe û nexweze wê yekê bike, ku çi dike û dûr bikeve. Niha ew yek nayê ber çeva.Nava mehên pêşîya meda, yan jî salên pêşîya meda meriv nikare bikeve dorana welatekî mayîn. Nava vê pirsêda Tirkîya cudaye, lê çetin ew yek li Ermenîstanê xweş bê”,- sîyasîzan gotîye.

Bi gotina wî Adirbêcan eşkere lez dikeve.

“Tê texmînkirinê, wekî ew gerekê bona çi lezkeve, çimkî Qerebag dorgirtîye, li wir jî 2000 leşkerên rûs hene, lê dora wan jî 50 000 leşkerên azêrî sekinîne.Bi texmînkirina wê yekê ku leşkerên rûs wê ji Dagistanê êrîşkin, ew yek ne nêzîkî aqilaye. Bona Elîyêv jî ev yek ber çevaye û bo wê yekê ew niha xetên sor kontrol dike.Feqet bona destpêkirina şêr li ber Elîyêv pirsgirêka sîyasî heye, fikira kîjanê ewe ku heger ew şêr dijî Qerebagê destpêke, wî çaxî ewê mecbûrbe ne tenê ermenîya bikuje, lê usa jî rûsa bikuje.Wî çaxî rûs bixweze yan jî nexweze, wê mecbûrbe bersivê bide. Elîyêv vî cûreyî naxweze”,- Îskandaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button