H’emû nûçeSereke
Adirbêcan bi asta here bilind sîyaseta paqijkirina êtnîkî û komkuj mîyaser dike: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv
Çawa bersiva girtina korîdora Laçînê, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda tê mîyaserkirinê, çend sîstêmên navneteweyî dengê xwe bilind kirine, lê wedeye ku ji xebera derbazî karbin.
Armênprêssê ragîhandîye wekî fikira vî cûreyî parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan elam kirîye. “Ev yek gelekî girînge, çimkî nava vî halîda em li ber paqijkirina sekinîne, jîyana meriva bin qezîyayêdane. Piştî dorgirtinê, em dikarin bêjin wekî niha em rastî teribandinên berfireh, yên mafên mêriv tên û ew yek bi zimanê mafê navnteweyî çawa xirabkarîya dijî merivatîyê tê navkirinê. Adirbêcan bi asta here bilind sîyaseta paqijkirina êtnîkî û komkuj mîyaser dike”,- Stêpanyan gotîye.