H’emû nûçeSereke

Bêkarîya civaka navneteweyî ji alîyê desthilatdarîya Adirbêcanê çawa piştgirîya bêdeng tê hesabkirinê: wezîreta Arsaxêye karên der

Piştî şerê 44 roje, yê sala  2020 î, dorpêçkirina 120 000 binelîyên Arsaxê êrîşa here berfireye ya ku dijî cimeta Arsaxê tê mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye.

“Ji 12 ê kanûna sala 2022 a da xalên elametîya sêalî, ya 9 ê mijdara sala 2020 î hatine teribandinê û rîya tek-tenê, ya Arsaxê Ermenîstanê û dinîya derva dide girêdanê, hatîye girtinê.

Rûyê wê yekêda roj bi roj kêmasîya eşîyayên pêwîst, dû-dermana, xurek û ardû tê texmînkirinê. Bi meremê kûrkirina krîzeya hûmanîtarî, Adirbêcanê dayîna gazêye ku nava axa dagirkirîra derbaz dibe, daye sekinandinê. Paşê dayîna gazê hatîye dasekinandinê, lê ji 9 ê meha çileda ênêrgîya êlêktrîkî ji Ermenîstanê nagihîje Arsaxê.

Mêxanîzmên pêwîst yên civaka navneteweyî hene û ew dikarin dengê xwe bilindkin û beşdarî vî halî bibin, ya ku roj bi roj xirab dibe. Nava hemtêksta krîzeyêda bêkarîya civaka navneteweyî tiştê qebûlkirinê nîne.  Rûyê  bêkarîya civaka navneteweyîda Adirbêcan wê yekê çawa piştgirîya bêdeng ya hindava kirinên xweye xirabkar qebûl dike”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button