H’emû nûçeSereke

Elîyêv bi elametîya xwe qebûl kirîye wekî gotinên derheqa korîdorêda elametîya sêalîva girêdayî nînin: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der daye dîyarkirinê, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bi elametîyên xwey dawîva dide dîyarkirinê, wekî wa gotî gotinên derheqa korîdorêda elametîya 9 ê mijdarêva girêdayî nînin. Berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye, wekî nava elametîyêda tenê cîyekî derheqa korîdora Laçînêda tê gotinê, ya ku eva îdî ji mehekê zêdetire ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye dorgirtinê.

“Ermenîstanê çendik-çend cara elam kirîye wekî hewaskare ku elametîya 9 ê mijdarê mîyaserke û hemû rêyên transportê û êkonomîkî bide vekirinê. Em amadene nava çarçoveya qanûndarîyêda wê yekê mîyaserkin. Bi wê yekêva tevayî Ermenîstanê tu cara qayîl nebe korîdorê ji axê der bide.

Gefxwerinên Adirbêcanêye derheqa vekirina korîdorêda didine kifşê, wekî Bekû pevketinên destanî hesab hilnade.Em gerekê bêjin wekî kirinên serokatîya Adirbêcanê, propaganda agrêsîv û nêzîkbûnên wî cûreyî aşîtî û qewînbûna li Qafqasîya Başûr dikine bin qezîyayê”,- berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên  der gotîye.

Bi xeberdana derheqa wê gotina Elîyêvda, wekî ew merivên ku naxwezin li Qerebagê çawa welatîyên Adirbêcanê bijîn dikarin  herin û bona wan rê vekirîye. Hûnanyan gotîye, wekî Adirbêcan wê yekê qebûl dike ku armanca wî paqijkirina êtnîkîye li Qerebagêye.

“Nava van qewilada em bangî hevkarên navneteweyî dikin ku Adirbêcanê mecbûrkin ku ew dorgirtina korîdora Laçînê bide hildanê û ermenîyên Arsaxê ji krîzeyê xilazkin”,- Vahan Hûnanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button