SerekeSîyasî

Sala 2022 a da ji  du mîlyona zêdetir çargoşe mêtr axa Kurdistanê ji mîna hatîye paqijkirinê

Wextê prêss-konfêransê ya ajansa Kurdistana Îraqêye bêqezîyakirina mîna hatîye gotinê, wekî sala derbazbûyî teşkîla ajansê ji  du mîlîyona zêdetir çargoşe mêtr axa Kurdistanê ji mîna hatîye paqijkirinê.

“Sala derbazbûyî me 4276 mînên dijî tanka û leşkera bêqezîya kirine”,- serokê ajansê Cebar Mistefa gotîye.

Bi gotina wî, usa jî 34 190 tiştên teqînêye mayîn, 118 bomb hatine bêqezîyakirinê.

Nava raportêda hatîye gotinê, wekî nava wê salêda ji teqîna mîna 7 meriv hatine kuştinê û 24 jî birîndar bûne.

Li nehîyên Kurdistanêye nêzîkî sînor şerê di navbera Îraqê û Îranê gelek mîn û bomb mane. Li hinek cîha ev yek îzinê nade ku gundî û fêrmêr xebatên xwe mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button