H’emû nûçeSereke

Serokwezîr girtina korîdora Laçînê çawa provokasîya hesab dike, armanca kîjanêye dawî êskalasîya leşkerîye nûye

Serokwezîr girtina korîdora Laçînê çawa provokasîya hesab dike, armanca kîjanêye dawî êskalasîya leşkerîye nûye, û bona wê yekê jî gerekê gavên usa nevêjin, yên ku bi xwestina amadekarên ssênara êskalasîyayêne.Derheqa wê yekêda, wextê civîna hukumatê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Serokwezîr girtina korîdora Laçînê çawa provokasîya hesab dike, armanca kîjanêye dawî êskalasîya leşkerîye nûye, û bona wê yekê jî gerekê gavên usa nevêjin, yên ku bi xwestina amadekarên ssênara êskalasîyayêne.

Armanceke vê provokasîyayê û êskalasîyayê veşartina pêwîstîya dîyaloga di navbera Bekûê  û Stêpanakêrtêdane ku wê yekê ji rojevê bidine derxistinê. Gerekê gavên usa neyêne avîtinê, kîjan alî provokasîyayê dikin”,- serokwezîr gotîye.

Nîkol Paşînyan wê yekê pêwîst hesab dike, çimkî qulixdarîya dîplomatî, hemû îdarên pêwandîyên der û çarçove gerekê cedandinên xwe dubarekin bona ku krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê li meydana navneteweyî zelal bê kifşê û ew yek bê gotûbêjkirinê.

“Bi vê fikirê, xebateke mezin hatîye kirinê, lê xebata zêdetir pêwîste”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button