H’emû nûçeSereke

Tirsa Adirbêcanê heye wekî mîsîya Yekîtîya Avropayêye nû, wê dijwarîyê bona agrêsîya nû, ya dijî Ermenîstanê pêşda bîne:wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wextê hevpeyvîna tevî prêssa Adirbêcanê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv derheqa mîsîya Yekîtîya Avropayêda xeberdaye û nerazîbûna xwe girêdayî wê yekêra elam kirîye, wekî diqewime li Ermenîstanê mîsîya dîtindarîyêye nû bê cîhwarkirinê.Berdevkê wezîreta Ermenstanêye karên der Vahan Hûnanyan derheqa wê yekêda gotîye, wekî nerazîbûna serokê Adirbêcanê femdarî nîne, çimkî gilî derheqa wê mîsîyayêdane, ya ku diqewime nava axa Ermenstana serbixweda bê cîhwarkirinê.

Bi gotina wî, fikir pêşda tê, wekî alîyê azêrîya ditirse ku mîsîya Avropayêye nû dikare bona wan dijwarîya pêşda bîne, heger ew bixweze agrêsîya nû dijî Ermenîstanê mîyaserkin.

“Ermenîstan rola mîsîya Avropayê, ya ku 19 ê kanûnê ser hevda hat, bilind qîmet dike.Em usa jî amadene tevî Yekîtîya Avropayê hevkarîyê berdewamkin, ku nava axa Ermenîstanêda mîsîya dîtindarîyê cîhwarkin”,-Vahan Hûnanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button