H’emû nûçeSereke

“Encamên hûmanîtarî, yên dorgirtina li Qerebagê”: gotûbêjkirina wextê rojeva civîna parlamênta  Avropayê

Nava rojeva civîna 18 ê meha çileda, ya parlamênta Avropayê, wê bi sernivîsara “Encamên hûmanîtarî, yên dorgirtina li Qerebagê” gotûbêjkirinê pêk bê.

Hetanî gotûbêjkirina tevî organên Yekîtîya Avropayêye şuxulkir, endamên parlamênta Avropayê wê bi axaftinên xweva pêşda bên û wê bi wê têmayê dengdayînê derbazkin.

Ji 12 ê kanûnêda ji alîyê Adirbêcanêda korîdora Laçînê hatîye girtinê û derheqa wê têmayêda cêrge endamên parlamênta Avropayê axavtinên xwe pêşkêş kirine. Ew bi bangên xwe berbirî Adirbêcanê bûne.

Derheqa wê pirsêda usa jî hemsedira komîtêya hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye parlamêntîyê Marîna Kalyûrandê jî elametî belav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button