H’emû nûçeSereke

Hesar, krîzeya  hûmanîtrî, xirabkarîya leşkerî: encama dawî paqijkirina êtnîkîye

Mehkema navneteweyî wê 30 ê meha çile bi pirsa Laçînê guhdarkirina derbazke.Dawîya sala derbazbûyî Ermenîstan berbirî mehkema navneteweyî bibû, bona ku ew Adirbêcanê mecbûrke ku korîdora Laçînê bide vekirinê. Ji alîyê ermenîda wê wekîlê Ermenîstanêyî pirsên hiqûqîya navneteweyî amedebe. Piştî guhdarkirina, rojtira mayîn wê guhdarkirinên erza Adirbêcanê derbazbin. Hemtêksta wê hema dîsa ew pirse, dew û doza ermenîya-azêrîyaye.Bekû her dem dicêribiîne pirsê mînanî hev bike, lê ew nikare ji sifirda li ber xwe derxe.Bo wê yekê jî ewê pirsa mînkirinê raber kirîye. Feqet alîyê ermenî rastîyê dide dîyarkirinê, wekî meremê  dawî ewe ku paqijkirina êtnîkî mîyaserke. Derheqa wê yekêda nava raporta parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêrivda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button