H’emû nûçeSereke

Şandina mîsîya navnetewîye dîtindarîyê bona sekinandina gavên Adirbêcanêye bo paqijkirinên êtnîkî pêwîste: parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêriv

Îdarên parêzerên Ermenîstanê û Arsaxêye mafên mêriv raporta derheqa encamên girtina korîdora Laçînêda belav kirine.

Nava raportêda parêzera derheqa pirsgirêka Laçînêda xeberdane û derheqa bersivên sîstêmên navneteweyîda nivîsîne.Xêncî wê yekê usa jî di derbarê elametîyên Adirbêcanêye provokasîyonda hatîye raberkirinê.

Xêncî wê yekê teribandinên mafên mêriv li ser norm û prînsîpên mafên mêriv û hûmanîtarî hatine lêkolînkirinê.Fikira parêzera ewe, wekî mîsîya dîtindarîyê, ya navneteweyî pêwîste bê şandinê, bona ku gavên Adirbêcanêye bona paqijkirinên êtnîkî bêne sekinandinê.

Li gorî praktîka îzbatbûyî, raportê wê li teşkîletên bi mandatên mafan navneteweyî bê raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button