SerekeSîyasî

HDP bangî dîtindarên navneteweyî dike ku ew wextê guhdarkirina îşê Kobanê amadebin

Partîya Dêmokratîk, ya Gela, civaka navnteweyî û wekîltîyên bîyanîye li Tirkîyayê dewat dike ku ew wextê guhdarkirina îşê Kobanê amadebin, kîjanê ji 7 a hetanî  9 ê sibatê li Sincanê pêk bê.

Îşê Kobanê sala 2020 î dijî 108 merivî hate vekirinê, nava wanda usa jî dijî serokên partîya Dêmokratîk, ya Gela Salhedîn Dêmîrtaş û Fîgên Yûksêkdagê, usa jî dijî seroka partîyayêye niha Perwîn Bûldanê, çend parlamêntvanên berê û niha û serokbajarên ji partîyayê.

Ev îş wî çaxî hate vekirinê, dema ku mehkema Avropayêye mafên mêriv birîyar kir ku lez Salhedîn Dêmîrtaş aza berdin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button