H’emû nûçeSereke

Parlamêntvana Fransîyayê girêdayî halê korîdora Laçînêra seroka komîsîya Avropayê rexne kirîye

Parlamêntvana Fransîyayê Ann Lorans Pêtêlê Twittere da derheqa korîdora Laçînêda û halê li Arsaxê nivîsîye û pirs daye seroka komîsîya Avropayê  Ûrsûla Fon Dêr Layênê.

“Ênêrgîya diha arzan… lê ya ji dîktatorîyê.

Hûn derheqa dorgirtina korîdora Laçînê û krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê çi difikirin, Ûrsûla Fon Dêr Layêna serok”,-parlamêntvana Fransîyayê nivîsîye.

Fon Dêr Layênê li Swêdê wextê axaftina xwe gotibû: “Rûsîyayê dicêriband me şantaj bike, lê bi saya yekîtîya me ew yek li hev nehat. Me kurtkirinên gaza Rûsîyayê da kompênsasîyakirinê û bi alîkarîya dewletên mayîn ew  yek da rastkirinê.Em gerekê xebata xwe berdewam bikin bona ênêrgîya bo avropîya diha arzan bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button