H’emû nûçeSereke

Armanca Adirbêcanê ewe ku ermeniyên li Arsaxê bikeve bin qirkirina êtnîkî: Mîrzoyan ji sekretarê giştî yê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê ra

Li gorî daxuyanîya wezîreta karên der îro wezîrê Ermenîstanêyî karên  der Ararat Mîrzoyan li Vîênayê bi sekrêtara giştî  ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê Hêlga Şmîdêra hevdîtinek pêk anîye.

Alîya li ser mijarên girîng yên herêmî nîqaş kirin, li ser civîna taybet ya konseya daîmî ya  Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê ra  ku di heman rojê de hat lidarxistin de nêrînên xwe guherandin.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der rewşa Qerebaxê ya ji ber girtina korîdora Laçîn kir û bal kişand ser wê yekê ku armanca Adirbêcanê ewe ku ermenîyên Arsaxê bikeve bin qirkirina êtnîkî.

Wezîr Mîrzoyan tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo vekirina korîdora Laçînê û vegerandina pêwendîya ewle û bê asteng di navbera Ermenîstan û Qerebaxê de pêwîstîya civaka navdewletî bi gavên aktîv heye. Di civînê de bal hat kişandin ser gîhandina alîkarîyên mirovî yên sazîyên navneteweyî yên têkildar ji bo Qerebaxa Çîya.

Di hevdîtinê de derbarê proseya asayîkirina peywendîyên Ermenîstan û Adrbêcanê de jî bîr û raman hatin guvtugokirin. Wezîr Mîrzoyan destnîşan kir ku provokasyonên berdewam yên Adьrbêcanê, rêz negirtina peymanên ku hatine çêkirin, gotinên şerker, xebatên ermenî yên ku ji bo ewlehî û îstiqrarê li herêmê pêk tînin, gelek asteng dike.

Alîyê ermenî jî da zanîn ku Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê bi pêkhateyên xwe divê di erka girîng ya pêkanîna aştîyê û parastina wê  rola xwe bilîze.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên pêşhatên herî dawî yên pêvajoya asayîkirina peywendîyên navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê  raber kir.

Di hevdîtinê de herdu alîyan behsa bernameyên hevkarîyê yên bi Ermenîstanê re di çarçoveya  Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê de jî kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button