H’emû nûçeSereke

Hayk Koncoryan bangî hevkarên navneteweyî kirîye ku tehsîra li ser Adirbêcanê bidine zêdekirinê bona ku korîdora Laçînê bê vekirinê

Serokê fraksîya parlamêntê, ya “ Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan çawa serokê koma Ermenîstanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya dostîyê bi nama berbirî endamên kongira Ştatên Yekbûyî, hesedirên komîsîya ermenîye li Ştatên Yekbûyî û usa jî serokê komîsîyayê Adam Şîf bûye.

Derheqa wê yekêda ji parlamêntê elamî Armênprêssê kirine wekî serokê koma Yûnanistanê û Ermenîstanêye parlamêntîyê jî berbirî Dmîtrîos Markopûlos bûne.

Xêncî wê yekê usa jî berbirî serokê komîsîya hevkarîyê, ya parlamêntên Ermenîstanê û Qibrisê Harîs Gyorgêadêîs bûne.

Nava namada bi hûrgilî derheha dorgirtina korîdora Laçînêda hatîye raberkirinê û derheqa sîyaseta Adirbêcanêye xirabkarda hatîye gotinê.

Hayk Koncoryan bangî hevkara kirîye ku hemû gavên konkrêt bêne avîtinê û tehsîra navneteweyî hindava Adirbêcanêda bidine zêdekirinê bona ku korîdora Laçînê bê vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button