H’emû nûçeSereke

Lavrov elam kirîye ku pêwîste lez korîdora Laçînê bidine vekirinê

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov elam kirîye wekî nava mecalên heyîda pêwîste ku korîdora Laçînê lez bidine vekirinê. Derheqa wê yekêda Lavrov wextê qisa bi têlefonê, ya tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov, gotîye.
“Alîyê rûsî derheqa pêwîstîya lez vekirina çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê daye dîyarkirinê, derheqa kîjanêda nava elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î da hatîye dîyarkirinê.Hatîye gotinê, ku pêwîste dora hemû pirsa, li gorî pevketinên serokatîyên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê xebatê destpê bikin, bona normalkirina heleqetîyên azêrîya-ermenîya”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button