H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê dorpêçkirina welatîyên Rûsîyayê û yên welatên mayîn hene: li hev hatîye beşeke wan ji Arsaxê derxin

Welatîyên Rûsîyayê û usa jî yên welatên mayîn, yên ku rûyê dorgirtinêda li Arsaxê mabûn,  ji Arsaxê hatine derxistinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan rûpelê xweyî Têlêgramêda nivîsîye.

“Rûyê dorgirtinêda li Arsaxê welatîyên Rûsîyayê û yên welatên mayîn mane. Malbet, nava wanda usa jî zarok ji mehekê zêdetire ku hatine dorgirtinê. Hukumata Arsaxê tevî aşîtîparêzên Rûsîyayê  vegera beşeke wan meriva teşkîl kirîye. Feqet dorgirtina 120 000 welatîyên Arsaxê, nava wanda usa jî 30 000 zaroka berdewam dibe”,- Vardanyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button