H’emû nûçeSereke

Meremê Yekîtîya Avropayê heye ku mîsîya dîtindarîyêye nû bişîne Ermenîstanê

Meremê Yekîtîya Avropayê heye ku piştî mehekê mîsîya dîtindarîyêye nû bişîne Ermenîstanê, lê vê carê ne ku bi du meha, lê here kêm bi du sala. Derheqa wê yekêda radîyostansîya “Aza”yê elam kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî hevtîya derbazbûyî ev proje li komîsîyayên Şêwira Avropaêye Sîyasî û ewlehkarîyê hatîye pejirandinê û du roj pêşda jî ew li komîsîya pirsên serkarîkirina krîzeya hatîye îzbatkirinê.Himberî mîsîya meha cotmehê, ya ku ji 40 merivî bû, vê carê dîtindarên avropî wê li temamîya Ermenîstanê dîtindarîyê bikin. Mînanî mîsîya derbazûyî ewê dîsa bêsîlihbin.

Derheqa wê yekêda ku çend dîtindar wê bêne Ermenîstanê, hê bi fermî  nehatîye elamkirinê. Li gorî înformasîyayên “Aza” yê vê carê nêzîkî 200 pêşezanên avrorpî wê bêne Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button