H’emû nûçeSereke

ŞAY xemgîne wekî korîdora Laçînê  ji 30  rojî zêdetir girtîye: Maykl Karpêntêr

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî xemîne wekî  eva îdî ji 30 rojî zêdetire ku korîdora Laçînê girtîye û rûyê wê yekêda li Qerebagê kêmasîya xurek, dermana û eşîyayên mayîne pêwîst heye. Derheqa wê yekêda wekîlê Ştatên Yekbûyî, yê li Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê Maykl Karpêntêr gotîye.

“Ev yek li ber çevaye. Em bangî  Adirbêcanê û Rûsîyayê dikin ku çûyîn-hatina bi korîdorê, li gorî borcdarîya, bidine dasekinandinê.Teribandina çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê dikare pirsgirêkên hûmanîtarîye mezin bona binelîyên Qerebagê pêşda bîne. Em razalixzîyê elamî Xaçê Sor dikin ku alîkarîyê didin û em bangî Adirbêcanê dikin ku li wê nehîyê mafên binelîya, ewlehkarî û jîyîna wan bêne xweykirinê. Hemû welatên beşdarên Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê borcdarin li ser axa xwe ewlehkarîya meriva bidine çareserkirinê.

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bangî Adirbêcanê û Ermenstanê dike ku hevraxeberdana destpêkin bona ku pirsgirêka bidine helkirinê.Qayîlnivîsara aşîtîyê rîya rastîyêye tek-tenêye, ya ku li ser hîmê nomralkirina heleqetîya û naskirina hevduye.Em usa jî bangî Adirbêcanê û Ermenîstanê dikin ku kirinên li wandera lêkolînkin û gunehkara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.

Emê bi destî hevkara tevî Adirbêcanê û Ermenîstanê bixebitin”,- dîplomatê amêrîkî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button