H’emû nûçeSereke

Serokê Adirbêcanê têzên qelp pêşda dikişîne û dicêribîne hîmên agrêsîya leşkerî hindava Ermenîstanê û Arsaxê çêke :  fonda “Tatoyan”

Bi axaftina xweye 10 ê meha çile, serokê Adirbêcanê têzên qelp pêşda dikişîne: ew melûmetîyên dîrokî û hiqûqî eşkere dide femkirinê û têrîtorîyayên Ermenîstanê çawa “Adirbêcana rojavayê” nav dike û bi wê yekêva tevayî nava axaftina xweda gotina  “azêrîyên rojavayê” dide xebatê. Li gorî ragîhandina Armênprêssê di derbarê vê yekêda fonda “Tatoyan” elametî belav kirîye.

“Ew wê yekê dide feşkirinê ku “Ermenîstan  welatekî bêqîmete û ew li ser axa azêrîyaye kevinar hatîye çêkirinê”.

Bi vê gotina xwe, serokê Adirbêcanê dijminatîyê dide gurkirinê. Ew bi gotinên vî cûreyî dicêribîne bingeha agrêsîya leşkerîye nû, ya dijî Ermenîstanê û Arsaxê çêke.

Serokê Adirbêcanê eşkere bi zimanê qewatê û gefxwerinê xeber dide, xeberên usa dide xebatê, kîjan cimeta ermenî, binelîyên Arsaxê bêhurmet dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button